Li gor medyaya Tirkiyê îro roja duşemî yek ji fermandarên rêxistina PKKê li bajarê Dirbêsiyê yê Rojava Kurdistanê hat kuştin.
Hat ragihandin fermandar û berpirsê PKKê yê bi nasnav Kahraman Aydin (Rojvan) li bajarê Dirbêsiyê rasterast ji hêla artêşa Tirkiyê ve hatîye hedef girtin.
Hêjay gotinê ye, Kahraman Berpirsê navçeyên Amûdê û Dirbêsiyê yê rêxistina PKKê ye û ew ji Rojhilata Kurdistanê ye.
Medyaya PKKê li derbarê jidestdana vî fermandarê xwe çi agahî nedane.