Çeteyên PKKê du binkeyên ENKS ê li Rojava şewitandin

Çeteyên PKKê du binkeyên ENKS ê li Rojava şewitandin

Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragehand, ku ji aliyê PKKê ve binkeyên wan li bajarê Dêrîk û Dirbesiyê ya Rojavayê Kurdistanê hatine şewitandin.

Îro 19.04.2022yê çavkaniyekî li ENKSê ragehand, îro kesên ser bi PKKê êrîş kirine ser binkeyên ENKSê yên li bajarê Dêrîk û Dirbesiyê hatine şewitandin.

Herwaha heman çavkaniyê ragehand, ew kesên ser bi PKKê bi molotof êrîş kirine ser binkeyê wan ê li Dêrîkê û şewitandine. Heman demê de li bajarê Dirbêsiyê jî bi heman awayî bi molotof êrîş li ser binkeyê ENKSê pêkhatiye û hatiye şewitandin.

Ew êrîş û karê têkderiya PKKê bo ragirtin û sistkirina guftûgo û danûstandinên di navbera kurd û kurd li Rojavayê Kurdistanê, ku bi piştevaniya Amerîkayê birêve diçe tê kirin.