Di cejnê de YBŞê rê neda Êzdî serdana goristanê bikin

YBŞ-pkk-sinjar-yazidi-kurd-kurdistan

Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞê ya girêdayî PKKê, rê li ber hemwlatiyên Êzdî li Şengalê girtin û nehiştin ew di êvara cejnê de serdana goristanê bikin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, çekdarên YBŞê li duryana Cedalî ya başûrê qezaya Şengalê nuqteyên xwe bicîh kirine û wan nehişt hemwlatiyên Êzdî di êvara cejna sersala Êzdîyan de serdana goristanê bikin.

Li gorî dîmenên ku ji bo pêgeha me hatine şandin, hemwlatiyên Êzdî yên ku di xwestin biçin ser goristanê di erebeyên xwe de li nuqteyên YBŞê hatine sekinandin û rê bi wan nehat dayîn derbas bibin.

Pustên heman beş