Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê gihîşte Şingalê

Şandekê ewlehîya Îraqê îro bi serperiştîya serokerkanê artêşa Îraqê, gihişt Şengalê, ev serdana paş aloziyên rojên rabûrî tê ku li nêvbera artêşa Îraqê û PKKê de derketbû.

îro pêncşemê 21/4/2022ê, bi mebesta dîtina wê rewşa ewlehiyê ku çend roj in li Şingalê derketiye holê, şandeke ku ji Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Qasim El Erecî, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Reşîd Yarallah, Rêveberê Îstixbarata Leşkerî Ebdulemîr El Şemrî û Fermandarê Hêzên Bejahî Qasim Mihemed pêk dihat, gihîşt navçeya Şingalê.

Gihîştina vê şandê di demekê de ye ku 4 roj in aloziyên navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Iraqê berdewam in û çekdarên PKKê li nahiya Sinûnê û komelgehên ser bi nahiyeyê rewşeke taybet derxistiye holê.

Piştî alozî û rûbirûbûnên du roj berê yên di navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, ku 5 kes birîndar bûn, rêkeftineke sê xalî di navbera herdu aliyan de hatiye îmzekirin, li gor rêkeftinê, divê PKK baregehên xwe ji cihên niştecîbûnê bibin derve û baregehên xwe yên ser rêyên sereke radestî hêzên Iraqê bikin û hewl nede hêzên xwe bi ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê de bisepîne, lê belê heta niha PKK pabendî wê rêkeftinê nebûye û rewş her ku diçe aloztir dibe.