Fermandarê Hêzên Êzîdxanê: PKK plana welatên cîran cîbicî dike

Fermandarê Hêzên Êzîdxanê: PKK plana welatên cîran cîbicî dike

Fermandarê Hêzên Êzîdxanê Heyder Şeşo da xûyakirin ku, PKK plana welatên cîran cîbicî dike û hikûmeta Iraqê jî li aliyekî piştgiriya PKKê dike û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonan bike.

Heyder Şeşo daxûyaniyek da k24 û daxwaza cîbicîkirina rêkeftina asayîkirina Şingalê dike û dibêje ku; ev jî erkê hikûmeta Iraqê ye, lê belê hikûmet li aliyekî piştgiriya PKKê dike û derfetê dide wan û li aliyekî din jî rê dide Tirkiyê ku operasyonên li nav axa Herêma Kurdistanê bike.

Şeşo diyar dibêje ku, tu cara armanca PKKê nebûye aramî  û li ku dibe bila bibe, armanca wê derxistina nearamiyê ye û plana welatên herêmî cîbicî dike, ku ew jî ne di berjewendiya Iraq û xelkê navçeyê de ye.

Pustên heman beş