Du fermandarên Heşda Şeibî li rojavayê Iraqê hatin kuştin

Heşda-Şeibî

Li parêzgeha Enbarê ya rojavayê Iraqê di encama teqîna du bombeyên vedayî de du fermandarên Heşda Şeibî hatin kuştin û sê çekdarên din jî birîndar bûn.

Efserekî ji artêşa Iraqê ku navê wî nehatiye eşkerekirin, ji AAyê re ragihandiye, bobeyek bi otomobîla Alîkarê Fermandarê Lîwaya 19 ya ser bi Heşda Şeibî li biyabana parêzgeha Enbarê teqiyaye.

Hat eşkerekirin ku di encama teqînê de efserê bi navê Ehmed Xalid hatiye kuştin û sê çekdarên din ên Heşda Şeibî jî birîndar bûne.

Herwiha Desteya Heşda Şeibî jî ragihand, di encama teqîna bombeyekê de li biyabana parêzgeha Enbarê, fermandarê lîwaya 14 ya ser bi Heşda Şeibî yê bi navê Ebû Hesen hatiye kuştin.

Ev di demekê de ye ku ji roja şemiya borî ve hêzên ewlehiyê yên Iraqê û hêzên Heşda Şeibî qonaxa duyem a operasyona “Îradeya Polayîn” bi armanca jiholêrakirina paşmahiyên rêxistina terorîst a DAIŞê li parêzgehên Neynewa, Selahedîn, Enbar dan destpêkirin û heta niha jî berdewam e.

Pustên heman beş