Çiyayê Bagokê.. Tirkiyê operasyon diji PKKê destpêkir

bagok-pkk-turkey

Hêzên Tirkiyê îro li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê li dijî PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Dorpêç-6 (Eren Abluka-6) kirin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku îro Duşembê 25ê Nîsana 2022ê Fermandariya Cendermeyan ya Mêrdînê li heman bajarî bi beşdarbûna 569 personelan (serbaz, hêzên ewlekariyê û cerdevanan) ku ji 38 tîman pêk tên, dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Dorpêç-6 kirine.

Li gor agahiyan, operasyon li herêma Çiyayê Bagokê ya Mêrdînê birêve diçe.

Piştî bidawîbûna operasyonên zivistanê yên bi navê zincîre operasyonên “Eren” ku heta Eren-34 berdewam bûn, vê carê Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bo şerê li dijî PKKê zincîre operasyonên bihar û havînê li Bakurê Kurdistanê dane destpêkirin.

Pustên heman beş