Almanya: PKKe weke DAIŞ û Qaîde tevdigere

Almanya: PKKe weke DAIŞ û Qaîde tevdigere

Dadgeha destûrî a Almanya di raporeke fermî de, Partîya Karkerên Kurdistanê PKKe xistîye bal rêxistinên terorê DAIŞ û Qaîde û tekez kirîye ku PKKe jî mîna van rêxistinan tevdigere.

Dadgeha destûrî ya Almanîyayê di raporekê de ku weke pirtûkê parvekirîye, radgihîne, di dema 6 salên derbasbûyî de rêxistnên PKKê li Almanya di soşyal medyayê de 370 kes xapandine ji bo ku wan tevlî şer bikin.

Dadgeha destûrî a Almanya ragihand, PKKe ku partîyeke çep a tundajû ye, di xapandin û çekdarkirina sivîlan de, ew weke rêxistinên Qaîde û DAIŞê propaganda yê ji boy xwe dike.

Dadgeha destûrî dibêje: Ji 370 kesên ku PKKê li vê dawiyê li Almanya xapandine û şandine şer, 21 hatine kuştin.

Dadgeha destûrî ya Almanya her wiha dibêje: Bi sedema aloziyên nêvbera alîgrên PKKê û penaberê Tirk yên li Almanyayê, heya niha nêzî 130 kesan hatine kuştin.

Pustên heman beş