Qasim Dirbo: Ya ku PKK li Şingalê dike, komkujiya kurdên êzîdî ye

Qasim Dirbo: Ya ku PKK li Şingalê dike, komkujiya kurdên êzîdî ye

Fermandeyekî Pêşmerge li Şingalê dibêje, ewa ku PKK û hêzên girêdayî wê li Şingalê dikin, komkujiya kurdên êzîdî ye.

Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê, Qasim Dirbo ji BasNewsê re got, çekdar û hêzên girêdayî PKKê yên li Şingalê nikarin tiştekî bêjin ereban tenê kurdên êzîdî xistine bin kontrola xwe û zilmê li wan dikin.

Qasim Dirbo her wiha got, ewa ku PKK û hêzên girêdayî wê dikin, cînosayda kurdên êzîdî ye. Armanca wan ew e êzîdî li Şingalê nemînin.

Bi gotina wî fermandeyê Pêşmerge, PKK hemû hewlên xwe dide da ku êzîdî venegerin ser mal û warê xwe. Bi taybet li deerên Xanesor, Sinûnê, Sîba Şêxidir û çiyayê Şingalê, çekdarên PKKê serdest in û nahêlin xelk bi dilê xwe jiyan bike.

Qasim Dirbo da zanîn jî, ji sala 2014 ve heta niha tiştekî baş bo Şingalê nehatiye kirin ji ber ku kom û hêzên neqanûnî rê nadin. Bexda jî piştevaniya aramî û avedaniya Şingalê nake. Rewşa gihîştiye wê astê ku çekdarên PKKê hêzên Iraqî dîl digirin.

Wî fermandeyê Pêşmerge anî ziman, hêzên PKKê naxwazin û nahêlin sînorê navbera Iraq û Sûriyê were girtin da ku bikarbin hatinçûnê bikin di navbera Şingal û Rojavayê Kurdistanê de.

Qasim Dirbo behsa metirsiya Tirkiyê li ser Şingalê jî kir û got, em ditirsin Tirkiye ji ber PKKê êrişî Şingalê bike wê çaxê xelkê êzîdî dê bacek mezin bidin. Ji ber ku PKK tenê li nav gund û deverên êzîdiyan de bicîh bûye ne li deverên din.

Bi gotina Dirbo, zêdetirî 8 salan e malbatên êzîdî yên ku ji ber êrişên DAIŞê aware bûne, nikarin vegerin ser cih û warê xwe lê malbatên DAIŞê yên ku êzîdî cînosayd kirin, vedigerin û jiyanek xweş jî dijîn. Qîmeta wan jî ji êzîdiyan zêdetir e!

Pustên heman beş