Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê: Şerê PKK û Tirkiyê şanogerî ye

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê: Şerê PKK û Tirkiyê şanogerî ye

 Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê şerê di navbera PKK û Tirkiyê de bê armanc bi nav kir û got: “Ne PKK dizane çi dixwaze û ne jî Tirkiye armanceke wê ya eşkere heye û ev şer planek e ji bo têkdana rewşa Herêma Kurdistanê.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê Fehîm Ebdullah daxûyaniyek da Rûdawê û dibêje: “Operasyona Tirkiyê bandoreke gelek xirab li ser deverên sînorî yên parêzgeha Duhokê û Bakurê Kurdistanê kiriye.”

Fehîm Ebdullah destnîşan kir ku wêranbûna hinek gundên deverê vedigere dema Enfalê û anî ziman, “Piştî valakirina van deveran ji xelkê sivîl, PKK bi hevahengiya desthilata Beas a hilweşiyayî cihê xwe di wan gundan de qayim kir û heta îro jî ev gund ji nû ve nehatine avakirin, xizmet negihîştine wan deran û xelkê wan gundan jî nikarin vegerin nav gundên xwe.”

Fehîm Ebdullah her wiha diyar kir ku şer berdewam e û bandor li deverên din ên ne di qada şer de jî dibe û dibe sedem ku ew bêne valakirin ji ber ku şênî xwe di ewlehiyê de hîs nakin û got, “Heta niha zêdetirî 400 gundên sînorî yên parêzgeha Duhokê hatine valakirin ku piraniya wan di nav sînorên Rêveberiya Serbixwe ya Zaxoyê de ne.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê diyar kir, komîteyek hatiye damezrandin da ku lêkolînan li ser ziyanên wan deverên şer bike û anî ziman, “Dema ku welatek tê dagirkirin şil û zuha bi hev re dişewitin û devera me jî bûye meydana şerekî bê encam ku nizanî çawa şîrove bikî. Xûya ye ku planeke hevbeş di navbera wan de bo wêrankirina devera me heye û tenê ew ên ku ziyan li wan dibe gundiyên me ne.”

Jîngeh di bin agir de ye

Abdullah got, “Zirara herî mezin a dibe, ku zû bû zû nayê telafîkirin ew e; jîngeha me têk çû û daristan û çêrgehên me hemû di bin agir de ne.”

Fehîm Ebdullah li ser qerebûkirina mexdûrên şerê PKKû Tirkiyê diyar ku ev ne şerê gelê me ye û Parlamenterên Kurdistanê yên di Parlamentoya Iraqê rapor amade kirin û komîte anîn lê heta niha tiştek ji bo qerebûkirina van kesan nehatiye kirin û destnîşan kir, ev jî tê wê wateyê ku Bexda li bendê ye ku gel careke din were koçberkirin.

Fehîm Ebdullah her wiha şerê PKK û Tirkiyê wek `şanogerî` bi nav dike û anî ziman, “Heger çareyek ji vê şanogeriyê re neyê dîtin dê şer di nav sînorê parêzgeha Duhokê de nemîne û dê beşekî mezin ê Herêma Kurdistanê bibe qurbaniya vê şerê bê encam, ji ber ku ne PKK dizane çi dixwaze û ne jî armanca desthilatdarên Tirkiyê dîyar e.”

Fehîm Ebdullah diyar kir ku PKK rê ji bo Artêşa Tirkiyê vedike ku were nav Herêma Kurdistanê û got, “Her şûna ku PKK xalên serbazî datîne, ew der dikeve destê Artêşa Tirkiyê. Berê jî PKKê rê neda ku Pêşmerge li cihên stratejîk ên deverên sînoriya navbera Duhokê û Bakurê Kurdistanê bi cih bibin û piştî biryara Serok Barzanî ya bo qedexekirina şerê birakujiyê, PKK ew biryar bi dest ve anî û ji her demekê zêdetir êrişî ser deverên avedan kir û rê li ber Pêşmergeyan girt.”

Pustên heman beş