ENKS bang li Amerîka dike sînorekê ji binpêkirinên PYDê re deyne

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxwazê ji Amerîka dike, sînorekê ji binpêkirinên PYDê li Rojavayê Kurdistanê re deyne.
Di çend rojên borî de 9 ofîsên ENKSê û partiyên di nava wê de hatibûn şewitandin, di wê derbarê de Sekreteriya Giştî ya ENKSê îro di daxuyaniyekê de ragihand, “PYD û dezgehên wê yên ewlekariyê, bi riya êrîşkirina li ser ENKSê û şewitandina ofîsên wê, sivikatîkirina bi al û sembolên Kurdistanê, birêkxistina meşên di bin sembol û diruşmên PKKê de, revandina zarokan û gefxwarina li malbatên Pêşmergeyên Roj, rewşeke girjî û tirsandinê di nava xelkê zêde dike”.
ENKS diyar kir ku armanca PYDê ji van êrîşan ew e “kedên Amerîka yên ji bo amadekirina zemîneke erênî ji bo nehîştina astengiyên li pêş danûstandinên Kurdî dide, têk bide, herwiha ji bo bidawîkirina jiyana siyasî û veşartina têkçûnên wê ye”.
ENKS di vê derbarê de dibêje: “Em bang li Hevpeymaniya Navdewletî û bi taybet Amerîka dikin ji ber li herêmê ye, pêwendiyên wê bi HSDê re hene û serperiştiya danûstandinên Kurdî dike, rêkarên pêwîst bigire û helwesteke cidî li hember kesên li pişt van êrîşan bigire û wan ceza bike”.