Artêşa Tirkiyê gundewarê Til Rifetê topbaran kir

til-rifet-syria-turkey

Artêşa Tirkiyê gundê Şêx Îsa û derdora bajarê Til Rifet li gundewarê bakurê Helebê topbaran kir, hevdem artêşa Sûriyê bajarokê Marihê da ber rokêt û topan.

Zanyariyên ku ji navçeya Şehba ya bakurê Sûriyê hatine bidestxistin diyar dikin ku êvara Sêşemê derdora bajarê Til Rifet û gundê Şêx Îsa, li gundewarê bakurê Helebê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên alîgirên wê ve hatine topbarankirin.

Di heman demê de, artêşa hikûmeta Sûriyê bajarokê Marih li wê navçeyê ku di bin destê grûpên çekdar de ye, topbaran kir û di encamê de 3 kes birîndar bûne.

Li navçeyên di bin kontrola grûpên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de dem bi dem, şer û pevçûnên navxweyî di nav wan grûpan de derdikevin û rewşeke bêserûberiyê jî peyda dibe.

Til Rifet 25 kîlometran dikeve başûrê rojhilatê Efrînê û YPGê ew bajarok di Sibata 2016an de ji destê çekdarên opozisyona Sûriyê derxistibû.

Pustên heman beş