p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
Rûsya Dibêje Hêzên Wê Êrîş Birine Ser Depoyên Çekên Amerîka û Ewrupa

Ajansa nûçeyan ya Reutersê ragihand ku Rûsya li Zaporizhzhia ya Ukrayna êrîş biriye ser depoyeke bi çekên Amerîka û welatên Ewrupa.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezareta Berevanî ya Rûsya ragihand.
Wezareta Berevanî ya Rûsya dîyar kir ku hêzên Rûs bi muşekan êrîş birine ser 59 navendên leşkerîya Ukrayna û da zanîn ku muşekan gelek çekên Amerîka û welatên Ewrupî dane Kîevê pûç kirine.
Rûsya dide zanîn ku welatên Rojava bi alîkarîya çekan ya bo Ukrayna girjîyê gurtir dike.
Amerîka û NATO hêzên xwe neşandine Ukrayna, lê Washington û hevbendên wê yên Ewrupî firokşikên û firokên bêmirov jî di nav de bi çekan alîkarîyê didin Kîevê.




