Supayê pasdaran kolberekî kurd ku bavê du zarokane kuştin

Supayê pasdaran kolberekî kurd ku bavê du zarokane kuştin

 Îro 30.01.2022yê danê sibê li sînorê Newsûd a ser bi parêzgeha Kirmaşanê kolberekî kurd ji aliyê çekdarên ser bi rejîma Îranê ve li sînorê navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê hate kuştin.

Li gor zaniyariyên ji devera Hewramanê, îro danê sibê, çekdarên rejîma Îranê li ser sînorên navbera Başûr û Rojhilatê li devera Newsûdê ya li Hewramanê êrîşî ser karwaneke Kolberên Kurd kirine.

Di encama êrîşê de Kolberekî Kurd ê bi navê Sefer Subhanî xelkê devera Dûrîsanê canê xwe ji dest daye.

Hate zanîn ku cenazeyê Sefer Subhanî ku bavê du zarokane, bo nexweşxaneya Paweyê hatiye veguhastin.

Pustên heman beş