Fermandarîya Operasyonên Hevpar hêzeke mezin a leşkirî şand Şengalê

Fermandarîya Operasyonên hevpar a Îraqê îro ragihand ku hêzeke mezin a leşkirî ji boy cîbcîkirina qanûnê gihîşt Şengalê û destinîşan kir ku hebûna girûpên çekdar bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Berdevkê Fermandarîya Operasyonên Hevpar Tehsîn Xefacî ragihand, “hemû bûyerên ku berê li Şengalê qewmîn ji aliyê hin kes û girûpên neqanûnî ve hatin encam dayîn û van girûpan nehiştbû Şengal ewle bibe.
Her wiha got: Îro hêzeke mezin a leşkirê ji bo navçeya Şengalê hatîye şandin, ev hêz ji bo cîbcîkirina qanûnê erikdar e.
Xefacî her wiha got, “tevgerên leşkerî yên li rojên berê li Şengalê hatine encam dayîn, ji boy ferizkirina qanûnê ye û wiha pê de çû: “Hebûna girûpên çekdar bi ti awayî nayê qebûlkirin”.