Wekîlê Mîrê êzdîyan: Divê PKK Şingalê vala bike

Wekîlê Mîrê êzdîyan: Divê PKK Şingalê vala bike

Wekîlê Mîrê êzdîyan dibêje, ji bo Şingalî vegerin bajar, divê PKK û ew grubên nerewa bajar vala bikin. Ji ber hemû dizanin cîhê xebata PKKê kudere.

Wekîlê Mîrê êzdiyan Herman Mîrza Beg ji BasNewsê re ragehand: Divê PKK bes bi mêjiyê xelkê bilîze û heta ew hêz li Şingalê be, ne xelk vedigere û ne jî bajar tê ava kirin, ew yek jî dijî hemû berjewendiyên êzdiyan e.’’

Wekîlê Mîrê êzdiyan got: ‘’Divê hemû bizanin xelkê Şingalê deng dide kîjan aliyekî, nabe xwe li Şingalê bikin hêza xwe sepandî. Di helbijartinên Parlamentoya Iraqê de diyar bû Şingalî çi û kî dixwazin.’’

Herwaha got: ‘’Êzdiyan taqeta kuştin û şer tine. Ji ber dixwazin bi aştî bijîn. Lê PKK piştî 2014ê ve dixwaze êzdiyan bikşîne nav şerekî din. Divê wek çawa Pêşmerge piştî rizgar kirina Kobanê vegeriya, bi heman awayî PKK jî Şingalê vala bike.’’

Pustên heman beş