Hoşeng Osê: Destên Cemîl Bayik û Murad Karayilan di kuştina gelek ciwanên kurd de heye

Hoşeng Osê: Destên Cemîl Bayik û Murad Karayilan di kuştina gelek ciwanên kurd de heye

Rojnamevan û nivîskarê diyar ê Rojavayê Kurdistanê, ji ber rewşa naha ya bi serê ciwanên kurd anîne rexneyên tund li PKKê dike û aşkera dike ku destên Cemîl Bayik û Murad Karayilan di kuştina gelek ciwanên kurd de heye.

Nivîskarê Rojavayê Kurdistanê Hoşeng Osê ku bixwe jî demekî di nav rêzên PKKê de kar kiriye, di kanala xwe ya YouTube de vîdyoyek belav kir û behsa rewşa Şingalê kir û ragehand: ‘’Îran nahêle PKKê ji Şingalê derkeve, herçend neft li Şingalê nîne jî lê ji ber Şingal ji bo Rojavayê Kurdistanê û Qendîl û Silêmaniyê wek rawestekekî derbasbûnê ye û ji ber sedemên leşkerî PKKê dest li ser wê navçeyê de girtiye.’’

Herwaha got: ‘’PKK heta dikare ji bo berjewendiyên rejîma Sûriyê xebat kir! Me nedizanî PKK rola kirêgirtiyê ango hewkariyê li gel Rejîma Sûriyê dilîze. PKK, Partiya Karkerên Kurdistanê nîne. Partiya Karkerên Rejîma Tirk û Rejîma Sûriyê û Komara Îslamiya Îranê ye.’’

Hoşeng Osê pirs dike ku ji 2013ê ve heta îro Cemîl Bayik serokê yekem ê PKKê ye û di dema Murad Karayilan de jî ew serokê rasteqîn ê PKKê bû û dibêje wî çi bi serê Kurdistanê anî?

Herwaha teqez dike: ‘’Naha dema wê ye PKK li Şingalê xwe vekêşe, lê ew navekêşin heta ku berjewendiya Îranê bixwaze. Xwezî PKKê berjewendiya xwe li berçav girtiba û ji bo berjewendiya xwe li Şingalê maba, lê ew ji bo berjewendiyên Îranê kar û xebatê dike.’’

Hoşeng Osê behsa hin aliyên veşartî yên girtîgehên PKKê aşkera dike û dibêje: ‘’PKK li her cîhekî be girtîgeha wê heye. Di girtîgehên wê de bi dehan ciwanên kurd hene, bi taybet li Ewropa jî girtîgehên PKKê yên veşartî hene.’’

Hoşeng Osê rexneyên tund, li Murad Karayilan û Cemîl Bayik dike û naveşêre û dibêje: ‘’Destên wan di kuştina gelek ciwanên kurd de heye.’’ Û ragehand: ‘’Gelek keç û kurên kurd li girtîgehên PKKê hatin kuştin. Piştre gotin xwe kuştine, bi fermana Karayilan gelek keç û kurên kurd hatin kuştin.’’

Pustên heman beş