Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ragihand ku PYDê çend roj berê endamekî wan revandiye û bang li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Amerîkayê kir ku dawî li binpêkirinan bînin.
ENKSê derbarê binpêkirina mafên endamên xwe li Rojava daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Asayîşa PYDê roja 4 Gulana îsal endamê Komîteya Navendî ya Partiya Gel a Kurdistanê Henan Şêx Baha li bajarê Kobaniyê ji bo cihekî nediyar revandine.
ENKSê her wiha daxwaz ji berpirsên pêwendîdar ên Amerîkayê û fermandariya HSDê kir ku dawî li van binpêkirin û revandinan bînin ku bi ti awayî xizmeta aramiya herêmê û berjewendiyên gel nake.
ENKSê di daxuyaniyê de ji PYDê xwest ku çarenivîsa siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên girtî eşkere bike.