Li Rihayê zarokek bi gule birîndar bû

Kaniya-Xezalan-riha

Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê, zarokê bi navê Yûsif ê 9 salî bi guleyeke ku li serê wî ket bi giranî birîndar bû.

Roja Şemiyê 7ê Gulana 2022an hat ragihand ku zarokê bi navê Yûsif ê ji Kaniya Xezalan bi guleyeke ku ji bajarê Serêkaniyê ya Rojavayê Kurdistanê hat birîndar bû.

Ev yek di demekê de ye ku Serêkaniyê di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de ye ku ji aliyê Tirkiyê ve tên piştgirîkirin.

Hat diyarkirin piştî ku gule li serê zarokê 9 salî Yûsif ket, ji aliyê malbata xwe ve bo nexweşxaneyeke taybet a li Kaniya Xezalan hat rakirin.

Yûsif li ber mala bapîrê xwe dilîst. Mala bapîrê Yûsif li taxeke ku 400 metre dûrî xeta sînor a di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ye.

Hat destnîşankirin ku rewşa tenduristiyê ya Yûsif ne baş e.

Pustên heman beş