Beşar Esad, bi serkirdeyên Îranê re civiya

Beşar Esad, bi serkirdeyên Îranê re civiya

Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad, bi serdaneke ji nişke ve derbasî Îranê bû û ligel serkirdeyên Îranê civiya. Hat ragihandin ku Rêberê Îranê Elî Hamaney xwestiye ku têkiliya navbera Îran û Sûriyeyê ji berê baştir bibin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, îro Serokomarê Sûriyeyê Beşar Esad û Rêberê Îranê Elî Hamaney civiyane. Hat ragihandin ku mijarên herêmî yên Sûriyeyê hatine nirxandin û Hamaney xwestiye ku Esad ji bo têkiliyên navbera herdu welatan ji berê baştir bibin, hewil bide.

Hat ragihandin ku Beşar Esad, piştî hevdîtina bi Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî re jî hevdîtin kiriye, ji Îranê veqetiyaye.

Pustên heman beş