Rêxistina PKKê di 24 saetên derbasbûyî de, kuştina 29 eskerên Tirk û derb dana 2 helîkopterên artêşa Tirkiyê li nav xaka Başûrê Kurdistanê ragihandîye.
Rêxistina PKKê di 24 saetên derbasbûyî de, kuştina 29 leşkerên Tirk di nava xaka Başûrê Kurdistanê de ragihandîye, bi vê yekê û li gorî rêxistinê ji destpêka operasyona “Pence Kilît”, a artêşa Tirk ya ku li 17 nîsanê li Zapê, Avaşîn û Basyan dest pê kirî, 438 leşker hatine kuştin!!.
Tevî kuştina leşkeran, PKKê gotîye ku ji destpêka operasyonê wan 6 helîkopter derb dane û her wiha derbên giran li dijimin dayîne.
Medyaya PKKê rojane wêneyên Gerîlayên zaro belav dike û dibêje me ew qas leşker ceza kirine, hemwext artêşa Tirk jî dibêje me bi dehan Gerîla hedef kirine, lê belê herdu alî rast nabêjin û van agahîyan weke şerekê medyayî li dijî hev di meşînin.