Raspardeyên Ocalan ji boy PKK pîlanên dagîrkeran li pişt bûn!

bahoz-erdal-pkk-npg-kck

Vegerîn bo dîrokê

Di çarçûveya raspardeyên Abdullah Ocalan de ji boy rêxistina PKK ku “Li dijî dewleta Tirk şer nekin, hevpeymanêtîya li gel rejîma Beşar Esed li Sûryê biparêzin”, roja 9\5\2019 ê Bahoz Erdal li kanala Sterk Tv yê PKK derket û gefa têkdana rewşa Başûrê Kurdistanê xwar.

Li wê demê Bahoz Erdal, endamê fermandarîya navendîya biryargeha gel NPG bi hinceta hatina wezîrê derve yê Tirkiyê ji boy Herêma Kurdistanê, gefa têkdana rewşa Başûr xwar û go: “Emê nehêlin ev rewş bidome”!.

Ev axaftinên Bahoz Erdal di çarçûveya hevdîtineke Stêrk Tv de hatin ku li roja 9\5\2019ê hatibûn weşandin ku gotbû: “Baregehên dewleta Tirk li ser xaka Başûrê Kurdistanê êrîşa Gerîlayan dikin, divê Gerîla rê li ber vê bigre û şerê Tirkiyê bike, wate şer ji Tirkiyê bo Başûrê Kurdistanê were veguhestin û ajawe û naseqamgîrî ji bo gelê Başûrê Kurdistanê pêk were”.

Gelo alîgirên PKK yên li Başûr û Rojihlata Kurdistanê bi t awa vê îxaneta PKK di nirxînin!!.

Hamed Gohary

Pustên heman beş