PKK dibêje me 6 leşker kuştine û tankeke artêşa Tirk teqandîye!!

Rêxistina PKK bîlançuya 10 gulanê ya şer belav kir û go çekdarên wê 6 leşker kuştine û tankeke artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê teqandîye.

Navenda çapemenî û ragihandina hêzên parastina gel HPG ku baskê serbazîyê PKK ye ragihand ku di encama çalakiya gerîlayên wan yên 10 gulanê de bi giştî 6 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin 2 leşker birîndarbûne û tanekeke artêşa Tirkiyê hatîye têkbirin.

Tevî ku artêşa Tirk tu agahî li derbarê vê çalakîya ku PKK jêre dibêje me li Bamernê encam daye belav nekir, PKK gotîye ku wan li Kanî Masê û Zapê jî derb li artêşa Tirk xistine.

Li himber vê, artêşa Tirk daxuyanîyek belav kir û dibêje wan 10 çekdarên grêdayî PKK li Rojava Kurdistanê kuştine.

Her yêk ji artêşa Tirk û PKK her li navbera çend rojan amarên şer parve dikin û her yêk ji wan dibêje me ew qas kuştine, lê belê herdu alî rast nabêjin û vê tenê weke şerekî medyayî li dijî hev bikartînin.

Li gorî PKK ji destpêka operasyona Tirkiyê ya li Zapê, Avaşîn û Basyan 349 leşkerên Tirk hatne kuştin!!, Lê belê tu belge li ser vê gotina PKK nîne û PKK tenê di medyaya xwe de zêde leşkeran dikuje.

Pustên heman beş