PKKê du şivanên kurd gulebarankirin

PKKê du şivanên kurd gulebarankirin

Çekdarên PKKê li parêzgeha Şirnex ya Bakurê Kurdistanê du şivanên kurd gulebaran kirin û kuştin.

Roja 3 Gulana îsal, du şivanên kurd, Huseyin Oner û Omer Kaya, li devera Hezex li parêzgeha Şirnexê kuştî hatibûn dîtin.

Medyaya PKKê ragehandiye, ew her du şivan ji aliyê çekdarên PKKê ve hatine kuştin, bi hêceta ku ji dewleta Tirkiyê re sîxurtî kirine û destê wan di kuştina gerîlayên wan de hebûye.

Pustên heman beş