Rojnameya bayê derewan Yenî Yaşam ê, bo çi nûçeya xwe ji malperî rakir?

Rojnameya bayê derewan Yenî Yaşam ê, bo çi nûçeya xwe ji malperî rakir?

Çapemeniya PKK ê her roj bi belavkirina nûçeyên derew, piştevanên xwe provoke û motîve dike. Çapemeniya PKK ê bi berdewamî nûçeyên ku tu eleqeya wan bi rastiyê re tune belav dike, ji bo ku di pêşerojê de nûçeyên derew ji wan re nebe mal, piştî çend rojan li ser medyaya civakî nûçeyan radikin, ji malperên xwe derdixin.

Medyaya PKK ê ya li Tirkiyê bi navê Yenî Yaşam, tenê yek ji wan medyayan e ku kîn û nefretê li hember Pêşmerge û Herêma Kurdistanê belav dike. Rojnameya Yenî Yaşam herî dawî nûçeyek pirr bêexlaqî weşandibû. Di nûçeyê de hat gotin ku “PDK’ê 5 hezar çeteyên Daîş ê bi cil û bergên pêşmergeyan anîne ser sînor.” Di nûçeya ku nûçegihanê PKK’ê yê bi navê Takor Zerdeşt amade kirî de, hat îdîakirin ku çeteyên Daîş ê bi cil û bergên pêşmergeyan hatine xeta Metîna û Şêladizê ya ku operasyon lê rûdide. Ji bilî nûçeyên derew, bang li Pêşmergeyan tê kirin û dibêje; “Pêşmergeyên birûmet” bila erka xwe xwedî derkevin.

Rojnameya Yenî Yaşam berîya 5 roja li 9 ê Gulanê nûçeyek weşandibû, lê belê piştî demekê ew nûçe ji malpera xwe derxist.

Dereweke mezin bêje û bawerî pê bîne

Pisporên medyayê dibêjin ku medyaya PKK’ê ji bo raya giştî tehrîk bike “derewên mezin” dikin û ji bo ku berpirsyariyên wan neyên zanîn, piştî wextekê wan nûçeyan ji malperî radikin.

Çapemeniya PKK’ê bi taybetî ji ber nûçeyên sexte yên van salên dawî çêkirî, baweriya xwe winda kiriye. Hin nûçegîhanên gerîlayên PKK’ê bêyî ku tu berpirsyariyê bigirin ser xwe, bi navên cuda agahiyên derew belav dikin. Medyaya PKK’ê bi nûçegîhanên sexte û nûçeyên derew belav dike.

Fermandeyê pêşmerge çi got?

Beriya ku redaksiyona «Darka Mazî» nûçeya rojnameya Yenî Yaşam a PKK’ê jê bibe, ji bo rastiya nûçeyê lêkolîn bike serî li hêzên pêşmergeyên li herêmê dabûn. Fermandeyên pêşmergeyan gotin, “Derewek ne tenê derew belku bêexlaqîyek pir mezin e, derewek bêexlaqî û bêwujdan e. Ev nûçeyên sexte rûyê wan ê rast nîşan dide, ne yê me.”

Fermandeyê Pêşmerge di axaftina xwe de got, “Me li dijî Daîş ê zêdetirî hezar şehîd û birîndar dane. Em hê jî li cenazeyên xwe digerin. Ti pêşmerge û siyasetmedarên me qebûl nakin Daîş bikeve van axan. Daîş dijminê me ye. Lê yên ku ev nûçe çêkirine herî kêm bi qasî Daîş ê dijminê Kurd û Kurdistanê ne û bi qasî Daîş ê jî nebaş in.”

Ma di nava gerîlayan de fermandarekî bi rûmet nîne ku bêje PKK’ê êdî bese?

Fermandeyê Pêşmerge her wiha got, yên ku nûçe çêkirin ne tenê heqaret li me kirin, heqaret li xwendevanên xwe jî kirin, wan şopînerên xwe dana ne cîyê ehmeqa. Kesê ku ji nûçeyeke wiha bawer dike jixwe asta wî ya mêjî kêm e. Tê gotin ku 5 hezar kes anîne. 5 hezar kes tê wateya bajarekî. Niha li Kurdistanê tiştekî wiha biqewime ma gelê Kurdistanê nabihîze, lê rojnameyeke ku li Tirkiyê derdikeve dizane, bêlome”

Di dawiyê de jî fermandarê pêşmerge got, ma di nava gerîla de fermandarekî birûmet nîne ku li hember van derewên hovane yên PKK’ê helwestê nîşan bide?

Medyaya PKK ê dixwaze şer bixe nava Kurdên Bakur û Başûr de, lê gelê Kurd rastîya PKK’ê baş dizane û çi îtîmatê bi van nûçeyên derew nake. Ev helwesta çapemeniya PKK’ê di medya civakî de rastî bertekên mezin tê.

Pustên heman beş