Çima pasewanên sînorî yên Iraqê derbasî gundê Hirorê bûn?

Çima pasewanên sînorî yên Iraqê derbasî gundê Hirorê bûn?

Pasewanên sînorî yê Iraqê xaleke din a serbazî li sînorê gundê Hirorê yê ser bi Kanî Masê zêde dikin, ev jî ji bo tundkiriina sînoran û dûrxistna PKKê ji deverên sînorî û rêgirîkirin ji pêşvehatina zêdetir ya leşkirê Tirkiyê.

Li gor agahiyên taybet yên li deverê bi dest rûpela me ketî, îro roja Şemiyê 14ê Gulana 2022an, hêzên pasewanên sînorî yên Iraqê li nahiya Kanî Masêya ser bi navçeya Amêdiyê, li nêzîkî gundê Hirorê yê devera Berwarî Bala, xaleke din a serbazî zêde kirin.

Li gor agahiyan wê ev xala serbazî ku hêzên pasewanên sînorî lê têne bicîkirin a herdemî be û careke din vale nakin.

Bi danîna vê xala serbazî, hejmara binke û baregehên pasewanên sînorî yên Iraqê li devera Berwarî Bala û Sindî, bûne 30 xalên serbazî, ku piraniya wan piştî destveberdana navçeyên sînorî ji aliyê PKKê ji dewleta Tirkiyê re, hatine danîn.

Mebesta danîna van xalan, rêgirtin û dûrxistina çekdarên PKKê ye, ku hinceta dide destê hêzên Tirkiyê û hêzên wê dikşîne nav sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê.

Li gor agahiyên taybet yên bi dest pêgeha “Darka Mazî” ketîn heger pasewanên sînorî yan pêşmerge xaleke din li “Ganmîrkê” nedanin, wê PKKe û Tirkiye şerê xwe yê sexte înin “Ganmêrkê” anku rêya kevin a di nêvbera kanî masê û Amêdiyê de.

Pustên heman beş