Bîlançoya şerê saxte yê Tirkiyê û PKKê hat ragihandin

pkk-turk-pkk vs turk

Di 24 demjmêrên derbasbûyî de, 3 çekdarên rêxistina PKKê û 2 leşkerên Tirkiyê hatine kuştin, ev yêk li gorî medyaya Tirkiyê û PKKê.

Rêxistina PKKê di 24 demjmêrên bûrî de, kuştina 2 leşkerên Tirk ragihandîye, hemwext artêşa Tirkiyê jî gotîye ku 3 çekdarên rêxistinê hatine armanc girtin, bi vê yekê û li gorî rêxistina PKKê ji destpêka êrîşa Tirkiyê ya navê operasyona Pence – Kilît lê kirî, 427 leşkerên Tirk hatine kuştin!!.

Ji hêla xwe ve artêşa Tirkiyê eşkere kir ku ji destpêka operasyona Pence – Kilît, bi tevahî 85 çekdarên rêxistina PKKê hatine armanc girtin.

Her yêk ji rêxistina PKKê û artêşa Tirkiyê her li navbera çend rojan bîlançoya şerê xwe yê saxte eşkere dikin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê belê herdu alî rast nabêjin û tenê yê ku zirarê ji vî şerî dibîne gelê Herêma Kurdistanê ye.

Pustên heman beş