Wezîra derveya Swêd: PKKe rêxistineke terorîste

Wezîra derveya Swêd: PKKe rêxistineke terorîste

Li gor rojnameya “Aftonbladet” ya Swêdî, An lindy, Wezîra Derveya Swêd ji medyaya Tirkiyê nîgerane û raghandiye şaş fêmkirin heye di derbara vê yekê ku wilatê wê PKKê bi rêxistineke terorîstî nas nake û ragihand; “wilatê me weke wilatên din yên Yekîtiya Ewropayê, PKKê weke rêxistinek terorîstî nas dike”.

Li gor nûçeya vê rojnameya Swêdî wezîra derveya Swêdê ragihandiye: “ev rast nîye ku em PKKê weke rêxistineke terorîstî nas nakin, heger nerînek bi vî awa hebe, divê were rastvekirin”.

Ev daxuyaniya wezîra derveya Swêd piştî daxuyaniya Receb Tayîp Ardogan, Serokomarê Tirkiyê tê derbara xebata wilatên Finland û Swêd ji bo çûne nava Natoyê: “derbara Swêd û Finland, nerînek erênî me tuneye. Mixabin wilatên Scandinavia, weke misafirhaneyekîne ji bo terorîstan. Rêxistina terorîstî ya PKKê û hin rêxistinên din jî li Swêd û Holenda bi cîh bûne. Ev ji bilî wê yekê ku hinek ji terorîstan weke parlementer di parlamentoyên van wilatan de cî digrin. Ji ber vê yekê di vê nuqteyê de nabe me nerînek erênî hebe”.

Pustên heman beş