Qaymeqamê Şingalê: Garantiya wê tine dubare şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de li Şingalê çênebe

Qaymeqamê Şingalê: Garantiya wê tine dubare şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de li Şingalê çênebe.

Qaymeqamê qeza Şingalê yê bi wekalet behsa aloziyên Şingalê dike û amaje bi wê yekê dike ku ti garantiyek tine ji bo ku dubare şer û pevçûn di navbera PKK û artêşa Iraqê de çênebe.

Qaymeqamê qeza Şingalê yê bi wekalet Nayif Seydo ragehand: Naha rewşa Şingalê piştî wî şerê destpêka vê mehê hinek aramtir e. Lê garantiya wê tine dubare şer di navbera PKK û artêşa Iraqê de li Şingalê çênebe.

Herwaha got: Demekî berî naha artêşa Iraqê hate sînorê Şingal û Sûriyê, ku navçeyê kontrol bike û naha artêşa Iraqê hatiye, xwedê girawî rêkeftina Hewlêr û Bexdayê bicîhbîne. Lê heta naha ti xaleke wê rêkeftinê nehatiye cîhbicîh kirin. Naha jî li gor gotinên xelkê Şingalê ji navçeya Bara ya Sinûnê ve çekdarên PKK berdewam ji Sûriyê ve tên bo Şingalê.

Nayif Seydo got, Derveyî pirsa PKKê li Şingalê beşek zêde ya kurdên êzdî koçberî derveyî welat bûne û heta PKK li vî sînorî be, xelk navegere Şingalê û divê PKK Şingalê vala bike. Karê wan li vir tine û xebata wan Bakurê Kurdistan û Tirkiye ye. Eger berevajî wê PKK dibe ku karesatên mezin bi serê Şingalê de bîne.

Pustên heman beş