Tirkiye bi rêya belavokan ji çekdarên PKKê dixwaze xwe radest bikin!

Tirkiye bi rêya belavokan ji çekdarên PKKê dixwaze xwe radest bikin!

Bi dirêjahiya sîlsîle çiyayê Metîna li Başûrê Kurdistanê, balefirên Tirkiyê bi rêya hewayî peyamek bi zimanê kurdî ji bo çekdarên PKKê şand.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li piraniya herêmên dikevin sîlsîle çiyayê Metîna hinek kaxez ku bi zimanê Kurmancî li ser hatiye nivîsandin hatine dîtin ku wusa dixuye ji aliyê balefirên Tirkiyê ve hatibin avêtin daku çekdarên PKKê wan rûpelan bibînin û peyama Tirkiyê bizanibin.

Di van belavokan de Tirkiye ji gerîlayên PKKê dixwaze ku xwe şiyar bikin û li jiyana xwe û fermandarên xwe binêrin ku bi ti awa ew xweş û baş dijîn û gerîla jî di zehmetiyan de dijîn, Tirkiya daxwazê ji gerîlayan dike ku teslîm bibin û xwe bispêrin dadgehê, daku bikarin careke din bi xweşî bi malbatên xwe re bijîn.

Belavoka Tirkiyê bi vî awa ye:

  • Bi tacîzan re bêdeng nemîne.

  • Ne mirinê! Jiyanê hilbijêre!

  • Bi mehmetçik ra bawer bike.

  • Xwe bispêre xoşgirîya mezinê dewletê.

  • Jiyana te êdî di bin garantiyê daye.

  • Êdî ji vê sefaletê dema rizgar bûnê nehat?

  • Di nav rêxistinê de hûn wek xizmetkar û xulam tên bikaranîn êdî hûn ji wê aciz nabin?

  • Ji yên ku te bikartînin re bêje, “Êdî Bese”, nehêle ku te bixapînin.

  • Jiyana xwe di nava şikeftêda derbas kirin ne qederê teye.

  • Tu di nava zehmetiyan de jiyan dikî, berpirsyarên we cihên ewlehî da di nav zewq û sefayê da jiyan dikin.

  • Di çiyayan de şîna ku di nava tiris û sefaletê da bijî, bi malbatên xwe re jîyaneke şad û dirêj tercîh bike.

  • Hîn jî te tiştek winda nekirîye. Ji wê tariyê da çiqas zû cuda bibî tu ewqasî zû rizgar bibî.

  • Hezkirinê te benda tene. Ji wan ra avakirina jîyaneke şad destê tedeye.

  • Dewletê me her dem bi şewqat û merhemete.

  • Tu bi ti awayî qet zirar nabînî.

  • Bi dewleta me ra bawer bike û bigihîje azadiya rast.

Ev di demekî de ye ku bera niha di 20/5/2021an de jî careke din dewleta Tirkiyê bi rêya parvekirina van belavokan li navçeyên Kanî Masê û Sîriyê-Şêladzê li Başûrê Kurdistanê, ji çekdarên PKKê xwestibû xwe radestî dewletê bikin.

Pustên heman beş