Berpirsekê PKKê li Kobanê hat kuştin

Ekrem Ustek -pkk

Rêxistina PKKê berpirsekê xwe yê din li Rojava Kurdistanê ji dest da, wexta ku ji hêla balafirên bêmirov yên dewleta Tirk ve hatîye armanc girtin.

Ekrem Ustek ku ji hêla Tirkiyê ve di boltena daxwazkirîyan de bû, li roja 11 gulana îsal 2022 ê li başûrê Kobanê ji hêla dironeke Tirkiyê ve hat armanc girtin û jiyana xwe ji dest da.

Ekrem Ustek bi yêk ji rayedarên PKKê yên Rojava Kurdistanê tê hesab kirin û li Kobanê erk û berpirsyarî hebû, li salên 90 an tevlî rêxistina PKKê bûye, erk û berpirsyarî paş 2014ê di rêxistinê de li Rojava Kurdistanê wergirtine û her wiha li sala 2015 ê beşdarî di şerê Xendekan de kirbû, şerê ku rêxistina PKKê gundên Bakurê Kurdistanê pê wêran kirî.

Ekrem Ustek li salên 90an ji hêla dewleta Tirk veb sûça revandina zarokan û veguhestina wan bo nav rêxistina PKKê zîndan kirbû.

Pustên heman beş