Rêxistina PKKê îro nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir ku li l sala rabûrî li herêma Serhedê jiyana xwe ji dest dane û paş derbasbûna salekê ji nû îro kezeba dayik û bavên wan şewitand û mirina wan ragihand.
PKKe her li navbera çend rojan wêneyên komên zarok û ciwanên Kurdan di medyaya xwe de parvedike yên ku di berxwedana xwe ya saxte de berê wan daye mirinê, paş derbasbûna çendîn salan jî ji nû tê û dibêje: Ew layîqî Apo derketin!!.
HPGê ku baskê leşkirî yê PKKê ye, îro roja sêşemî 17\5\2022ê nasnameya 4 ciwanên din eşkere kir ku li gulana 2021ê li herêma Serhedê dayne kuştin.
Navê yêk ji wan gerîlayan Şehrîbane, Şehrîban li sala 2015 ê li Agiriyê ji hêla PKKê ve hat revandin, wate hêjan di temena zaroktiyê de bû, îro PKKê mirina wê ragihandîye û gotîye: Ew milîtana Apo bû, ew layiqî Apo derket!!.