Hêzeke Amerîkî derbasî baregeheke Tirkiyê li Ezazê bû

ezaz-turkey-usa-army-isis-leader

Karwaneke leşkerî ya Amerîkî derbasî baregeheke leşkerî ya Tirkî li bajarê Ezazê yê li bakurê Helebê bû.

Çalakvanan diyar kir, otombîlên leşkerî yên ku ala Amerîkayê hilgirtibûn, ligel istixbarata Tirkiyê derbasî gundewarê bakurê Helebê bûn.

Amaje bi wê yekê kirin ku helîkopter û firokeyên bêfirokvan di ser sînorê Sûriye-Tirkiyê û bajarê Ezazê re bi awayekî nizim difirîn.

Hat gotin ku, Tirkiyê “berpirsekî pilebilind” ê DAIŞê radestî wê hêza leşkerî ya Amerîkî kir.

Bajarê Ezazê 20 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Pustên heman beş