Finlanda û Swêd bi fermî daxwaza tevlîbûna NATOyê dikin

nato-finland-swed

Fînlanda û Swêd îro Çarşemê li baregeha Rêxistina Peymana Atlantîka Bakur (NATO) bi awayekî fermî tevlêbûna xwe ji bo rêxistinê pêşkêş kirin, bi vê yekê jî proseya endambûnê dest pê dike ku tê çaverêkirin tenê çend hefteyan bidome.

Fînlanda û Swêd daxwaza tevlêbûna NATOyê îro 18/5/ 2022an bi awayekî fermî pêşkêş kirin, piştî ku operasyonên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê bû sedema guhertineke mezin di bêalîbûna leşkerî ya bi dehan salan a wan her du welatan de.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî ku daxwazname ji balyozên Fînlanda û Swêdê li baregeha NATOyê wergirtin, ev yek bi gaveke dîrokî bi nav kir.

Stoltenberg ji rojnamevanan re got: “Ez bi dilgermî pêşwaziyê li daxwazên Fînlanda û Swêdê yên ji bo endambûna NATOyê dikim”.

Tê payîn ku pêvajoya endametiya her du welatan bi qasî du hefteyan bidome, tevî ku Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan nerazîbûna xwe li ser endambûna Helsînkî û Stockholmê nîşan dabû.

Eger nerazîbûnên serokomarê Tirkiyê hatin çareserkirin û gotûbêjên endamtiyê li gora ku tê pêşbînîkirin bimeşin, her du welat dikarin di nav çend mehan de heta nêzîkî salekê bibin endamên NATOyê.

Pêvajo bi gelemperî ji 8 heta 12 mehan dewam dike, lê NATO ji ber xetereya ku Rûsya ji her du welatan re çêdike, dixwaze bilez tevbigere.

Tevî vê gava wan her du welatan, Serokatiya Rûsyayê “Kremlin” roja Duşema borî gotibû, biryara Fînlanda û Swêd ji bo tevlîbûna NATOyê dê ewlehiyê li Ewropayê baştir neke.

Pustên heman beş