PKKê 4 sinêleyên din yên Kurd bi kuştin dan

pkk-zarok-gerila-turkey-zap-kurd-kurdistan

Rêxistina PKKê îro nasnameya 4 zarokên din yên Kurd eşkere kir ku du rojan berê li Xakurkê jiyana xwe ji dest dane, hemwext ragihandîye 82 leşker hatine kuştin!!.

HPGê baskê leşkirî yê PKKê, îro roja çarşemî 18\5\2022ê daxuyanî li derbar şerê du rojên rabûrî da û ragihand ku 4 gerîlayên wan li herêma Xakurkê şehîd ketine.

HPGê weke hercar, tam agahî li derbarê wan gerîlayan parvekiirne lê belê ti agahî derbarê temena wan nedane ji bo ku cînayeta revandin û bi çekkirina zarokên Kurdan li ser wê tesbît nebe.

Ev 4 gerîlayên ku îro nasnameya wan hatîye eşkere kirin, hêjan di temena sinêleyê de ne û hêjan rîh û simêlên wan nehatine.

Tevî ragihandina şehîdketina 4 gerîlayan, HPGê gotîye ji 16 vê mehê wan 82 leşkerên Tirk li Xakurkê û Zapê kuştine!!.

Pustên heman beş