Hêzên Tirkiyê gundên Kobanî û Şehbayê topbaran kirin

Hêzên Tirkiyê gundên Kobanî û Şehbayê topbaran kirin Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî li bakurê Sûriyê, gundên herdu herêmên Kobanî û Şehbayê yên ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve bi dijwarî topbaran kirin. Hêzên Tirkiyê roja Çarşembê 18ê Gulanê herdû gundên Zor Mixar û Şiyûxa Jêrîn li rojhilatê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine. Li gor çavkaniyên xwecihî, topbarankirina wan gundan heta derengiya şeva derbasbûyî berdewam bûye, lê derbarê ziyanan de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin. Roja 15ê Gulanê jî, hêzên Tirkiyê herdu gundên Zor Mixar û Borazê li rojhilatê Kobanî topbaran kiribûn. Li aliyekê din, herêma Şehbayê li bakurê bajarê Helebê jî hat topbarankirin. Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve gundên Dêr Cemal û Kefir Naya li herêma Şehbayê dane ber topan. Di encama topbarana li ser wan gundan de zirarên zêde gihîştine mal û milkên welatiyan. Di demên dawiyê de topbarankirina gundewarê Şehbayê gelekî zêde bûye, roja 17ê Gulanê jî droneke Tirkiyê avahiyek li bajarokê Til Rifetê li bakurê Helebê kiribû armanc. Roja 17ê Gulanê di encama topbarana dijwar a Tirkiyê de bo ser gundewarê bajarokê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê, 5 kes birîndar bûbûn ku yek ji wan jin û çar jî zarok bûn.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî li bakurê Sûriyê, gundên herdu herêmên Kobanî û Şehbayê yên ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ve bi dijwarî topbaran kirin.

Hêzên Tirkiyê roja Çarşembê 18ê Gulanê herdû gundên Zor Mixar û Şiyûxa Jêrîn li rojhilatê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirine. Li gor çavkaniyên xwecihî, topbarankirina wan gundan heta derengiya şeva derbasbûyî berdewam bûye, lê derbarê ziyanan de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Roja 15ê Gulanê jî, hêzên Tirkiyê herdu gundên Zor Mixar û Borazê li rojhilatê Kobanî topbaran kiribûn.

Li aliyekê din, herêma Şehbayê li bakurê bajarê Helebê jî hat topbarankirin.

Medyaya nêzîkî Rêveberiya Xweser belav kiriye, artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve gundên Dêr Cemal û Kefir Naya li herêma Şehbayê dane ber topan.

Di encama topbarana li ser wan gundan de zirarên zêde gihîştine mal û milkên welatiyan.

Di demên dawiyê de topbarankirina gundewarê Şehbayê gelekî zêde bûye, roja 17ê Gulanê jî droneke Tirkiyê avahiyek li bajarokê Til Rifetê li bakurê Helebê kiribû armanc.

Roja 17ê Gulanê di encama topbarana dijwar a Tirkiyê de bo ser gundewarê bajarokê Eyn Îsa li Rojavayê Kurdistanê, 5 kes birîndar bûbûn ku yek ji wan jin û çar jî zarok bûn.

Pustên heman beş