Rêxistina PKKê dîsa fermana artêşa Tirkiyê rakirîye û dibêje me tejî wêrê leşker li Zapê kuştine, hemwext artêşa Tirkiyê dibêje me 3 gerîla armanc girtine.
HPGê îro dîsa daxuyanî da û got ku gerîlayan li herêmên Zapê û Avaşîn yên Başûrê Kurdistanê, herî kêm 14 leşkerên din kuştine.
Bi vê yekê hejmara leşkerên ku PKKê di 3 rojên rabûrî de kuştin, gihîştine 98 leşkeran!!, Tirkiyê jî tu agahî li derbarê wan wendahiyên xwe nedane.
Ji hêla xwe ve, wezareta bergiryê ya tirkiyê eşkere kir ku di 24 sa’etên derbasbûyî de 3 çekdarên pekekê li herêma kurdistanê ketne ber êrîşan.
Li gorî PKKê, di meheke û du rojan de, 502 leşkerên Tirk li Herêma Kurdistanê ji hêla çekdarên rêxistinê ve hatine kuştin!!
Nûçeyên derew yên rêxistina PKKê li meha dawî sedî hezar zêdebûne, her roj dibêje me ferman li artêşa dagîrker rakirîye, me şewat bi serê wan kirîye, lê ya rast tu ferman li holê nîne.