Serokkomarê Tirkiyê îro careke din tekezî li helwesta Tirkiyê ya dijî tevlîbûna Swêd û Fînlandê bo peymana Etlantîka Bakur NATOyê kir.
Receb Tayîb Ardogan îro di civîna partîya xwe AKPê de gotare pêşkêş kir û got ku Tirkie li ser helwesta xwe ya dijî tevlîbûna welatên Swêd û Fînlandê bo nava Peymana Etlantîka Bakur NATOyê ye.
Her wiha destnîşan kir, serdana çaverêkrî ya şandiyên Swêd û Fînlandê bo Enqereyê, ti bandora xwe li guherandina vê helwesta Tirkiyê nake.
Ardogan got: Tirkiye siyaseteke hevseng di meşeyne, ew naxwaze pêwendiyên wê bi Potîn re têk biçin, hemwext dixwaze nêzî Ukraynayê jî bibe.
Duh her yêk ji welatên Fînland û Swêdê daxwaziyên xwe ji bo tevlîbûna NATOyê bi fermî pêşkêşî sekreterê peymanê kirin, dibe ku pêvajoya tevlîbûna wan salekê bidome heya ku bi dawî dibe.