PKKê dişdaşe û Egal li Apo kirin

PKKê dişdaşe û Egal li Apo kirin

Baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê PYDê, bi «Photoshop» ê cilên Ereban ango “Dişdaşe û Egal” li rêberê xwe Apo kirine û ew wêne bi qebareyek pir mezin li deriyê bajarokê “Til Koçer” yê girêdayî Hesekê daye.

Ocalan di tev jiyana xwe de, tenê carekî cilên Kurdî li xwe kirine, ew jî li salên 90ê wexta destek bergîzên reng şîn ji hêla kesek “Sindî” ve weke diyarî pê hatîne dayîn, li wê demê jî Apo nedizanî wê çawa wan bergîzan li xwe bike, kesên li dora wî li ber wî kirbûn.

Li cem rêxistina PKKê û hemû partî û rêxistinên ser bi wê ve, “Netew, Kurd, Kurdistan û Kurdayetî” paşverûyî ne û “Biratîya Gelan” paşeroje, loma wan îsal biryar da êdî siyaseteke kilasîk nemeşînin, wan pêşnavê Şêx ji boy Rêberê Rêberan destnîşan kir û “Şêx Apo” yê bi Dişdaşe û Egal afirandin.

PKKe bi vê hengava xwe dixwaze ji gel re bibêje hûn Rêbertiyê bi cilên Efendîyan qebûl nekin, emê Dişdaşe û Egalê ji boy we lê bikin, hûn dîsa qebûl nekin, cilên ku hûn dixwazin emê ji boy xatrê we lê bikin, divê hûn Apo nas bikin, Apo rêberê gelan, cilên hemû dagîrkeran bi kêrî wê tên, tenê cilên Kurdan nebe li bejna wî qed xweşik nayên!!.

Pustên heman beş