Mexmûr.. Balafirên Tirkiyê “Ehmed Rûbar” endamê konseya HPGê kuşt

mahmur-siha-ehmad-rubar-rojger

Di êrîşa îro ya dewleta Tirkiyê de ku bi balafirên bêy firokevan li nêzî kampa Mexmûrê encam dayîe, fermandar û berpirsekî paye bilind yê PKKê hat kuştin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, balafirên bêy firokevan yên dewleta Tirkiyê îro êrîş li nêzî kampa Mexmûrê ya PKKê kirîye û di wê êrîşê de, kesê bi navê Ehmed Rûbar ku fermandarekî paye bilind û endamê konseya HPGê ye, hatîye kuştin.

Her wiha dest nîşan kir, wexta Ehmed Rûbar û şofêrê wî bi erebeya xwe ji nuqteya eskerî ber bi kampê ve di hatin, balafirên bê firokevan ew hedef kirîye.

Dest nîşan kir, Ehmed Rûbar li destpêkê birîndar ket û şofêrê wî yê bi navê Rojger ku ji Reqqayê ye, her rast jiyana xwe ji dest dabû, Ehmed Rûbar ji bo nexweşxaneyeka Geyare tê rakirin û li wir jiyana xwe ji destdaye.

Ehmed Rûbar kî ye?

Ehmed Rûbar ji şênyên Bayezd a Bakurê Kurdistanê ye, ew li sala 1991 ê tevlî rêxistina PKKê bûye û bi dirêjahîya van salan erk di rêxistinê de wergirtine, endamê konseya leşkerî ya PKKê bû ku bi navê HPG tê nas kirin.

Herî dawî di rêveberîya leşkerî ya kampa Mexmûrê jî de erk wergiritbû.

Pustên heman beş