Gelo ma dewleta Tirk wê bi zarokên weke Sîmavê were têkbirin?

pkk-zarok-kurd-kurdistan-rojava-hasaka-kck-qandil

Rêxistina PKKê careke din wêneyên 8 çekdarên xwe piranî jê zarok parvekirin ku li nîsana îsal 2022 ê li Zapê di êrîşên Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Roj derbas nabe heger PKKe nav û wêneyên komên zarok, keç û ciwanên Kurd di medyaya xwe de parveneke yên ku di rîya berxwedana saxte de tên feda kirin.

Duh roja şemî HPGê baskê leşkerî yê PKKê, wêneyên 8 çekdarên xwe parvekir ku li Zapê di êrîşên nîsana îsal yên dewleta Tirk ya dagîrker de hatine feda kirin, yêk ji wan keçeka zaroke bi navê Sîmav hesen ku rêxistinê ji Hesekê revandibû.

Sîmav ku hêjan di temena zaroktiyê de ye, PKKê çek xistin di destan de û berê wê da mirinê, ew li Zapê ket ber êrîşa Tirkiyê û jiyana xwe ji dest da.

Piranîya şervanên ku PKKe wêneyên wan parvedike yên ku di berxwedana saxte de tên feda kirin, hêjan di temna zaroktiyê yan destpêka gêncatiyê de ne, tecruba wan ya şer tune, rêxistinê piranî jê revandine û hêjan di zû de mejîkê wan şuştîye, xwîna van zarokan li cem Pîremêrên Konseya Serokatîya rêxistinê pir bê wateye, ew berê zarokên Kurdan didin mirinê û piştre tên û bi rûqaymî dibêjin: Fedayê Apo bin.

Pustên heman beş