Qeza.. Cîgirê parêzgar û qeymeqam birîndar bûn

Murat Yayabaşi-colemerg-qeza-trafik

Cîgirê Parêzgarê Colemêrgê Murat Yayabaşi û Qeymeqamê Rûbarokê Ahmet Ozdemir di bûyereka trafîkê de birîndar bûn.

Li gundê Nehrî yê ser bi navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê, otombîla Cîgirê Parêzgarê Colemêrgê Murat Yayabaşi û Qeymeqamê Rûbarokê Ahmet Ozdemir tê de bûn û otombîla ji hemper de dihat li hev dan.

Di encama bûyerê de Murat Yayabaşi û Ahmet Ozdemir û du pasewanên wan û du welatiyên di otombîla din de bi tevahî 6 kes birîndar bûn.

Birîndar ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê hatin rakirin. Cîgirêlîkarê Parêzgar Yayabaşi bo Wanê hat veguhestin û hat ragihandin rewşa birîndarên din bi giştî baş e.

Pustên heman beş