Agahiyên ku bûn sedema mirina Fermandarê HPG’ê ji wargeha Mexmûrê hatine dayîn

ehmed-rubar-mahmur-siha-pkk-hpg-kurd-kurdistan-turkey

Hat ragihandin ku endamê Konseya Fermandariyê ya HPG ê Ehmed Rûbar li Mexmûrê jiyana xwe ji dest da, dijminî îstixbarat ji nava kempa Maxmûrê wergirtî ye.

Hate ragihandin ku Ehmed Rûbar (Mehmet Erdogan) di 21 ê Gulanê de di bordomana Wargeha Mexmûrê de jiyana xwe ji dest da, li gorî agahiyên di nava kampê de hatine dayîn, ew bi taybet hatîye armanç kirin.

Ehmed Rûbar ê ku berpirsê HPG yê ji Mûsil, Mexmûr, Kerkûk heya Tusxurmatû; Xebatê perwerdeya leşkerî, rêxistinî û çekdarî bû. 21 Gulanê ji aliyê firokeyên bê firokevan yên dewleta Tirk ve hatibû hedefgirtin û li gel şofêrê xwe yê bi navê Rojger jiyana xwe ji dest dabûn.

Çavkaniyên ser bi PKK ê ve, heta niha bi daxuyaniyeke fermî ev bûyer piştrast nekiriye. Ehmed Rûbar ê ku ew 32 sal in gerîla bû li wargeha Mexmûrê bi merasîmekê hat definkirin. Ehmed Rûbar ji aliyê çapemeniya PKK ê û Meclîsa Gel a Mexmûrê ve weke sivîl hat nîşandan. Ehmed Rûbar di merasîma cenaze de wek cotkarê Mexmûrî yê bi navê Haci Mîrza Alî hat nasandin.

Hate gotin ku Ehmed Rûbar demekê dirêj e li kampê ye, lê ji aliyê gelê kampê ve nayê naskirin, ji ber îhtîmala îxbarkirinê ew bi awayekî veşartî bi navê “Hewar” dixebitî. Her wiha di nava agahiyan de tê gotin ku Ehmed Rûbar di van du mehên dawî de li kampê zêdetir digerîya.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, hat hînbûn ku li kampê efserekî payebilind jiyana xwe ji dest daye.

Kesên ku agahiya wan ji hebûna Ehmed Rûbar ku li Iraqê dixebite heyî jî rêveberiya PKK ê bixwe bû. Ji ber vê sedemê der barê helwest û tevgera Ehmed Rûbar de agahî ji nava PKK ê ketine destê dewleta Tirk. Gumana xelkê Mexmûrê jî heye ku ev agahî ji hundirê kampê û heta ji kadroyên PKK ê yên li kampê derketiye.

Dijmin dizane, lê ji gel vedişêrin

PKK e agahiyên derbara rêveberên xwe yên li Başûrê Kurdistanê, Mexmûr û Rojava jiyana xwe ji dest dane vedişêre. bi taybetî di van 3 salên dawî de navên van rêveberan nayên eşkere kirin. Yên li Wargeha Mexmûrê û Rojava bi navên cuda yan jî weke kesên ji hemwilatîyê normal tên dayîn. Ji kesên weke Salman Bozkurt (Dr. Huseyîn) ên berê li kampê jiyana xwe ji dest dabû, weke ku ji kesekî wargehê sivîl hat dayîn. Şervanên ku ji ber hêzên leşkerî jiyana xwe ji dest dane jî weke mirovên asayî tên destnîşan kirin.

Lê belê dewlet dizane ka li kî/kê xistîye, mirovên li derdorê jî dizanin wê deme çima tê veşartin. PKK  Ji bû girseya xwe ya dûr vê manîpulasyonê dike. Lê belê ne xwedîderketina li kadroyên 20-30 salî yên ku li çiya derbas kirine, di gel û kadroyên PKK ê de şikestin û dilgiranêyê çêdike.

 Ev ne Cara ewil e ku îstîxbarat ji Mahmûr derdikeve

Heta niha bi îstîxbarata Kampa Mexmûrê dewleta Tirk li dijî hêzên PKK ê gelek operasyon hatine lidarxistin. Di êrîşên hewayî de gelek gerîlayên PKK ê jiyana xwe ji dest dan.

PKK ê heta niha qebûl nekiriye ku ziyanên li Rojava û Mexmûrê bi taybet bi îstixbarata di nava PKK ê de hetîye rûdan. Hertim di vî warî de hêzên Pêşmerge tometbar dikir. Lê di êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê de her tim agahî ji nava PKK ê ji bo dijminî çûye.

Bi taybetî tê zanîn ku piraniya xelkê kampa Mexmûrê bi konsolxaneya Tirkiyê re di peywendiyê de ne, piraniya wan pasaportên Tirkiyê hene û ciwanên kempê diçin leşkerîya Tirkan dikin û vedigerin nava kampê. Li gel vê jî PKK hewl dide ku Mexmûr belav nebe da ku vê girseyê di warê siyasî-leşkerî de bikar bîne.

Pustên heman beş