HPGe: Di her saetekê de Gerîla 2 dagîrkeran dikujin!

HPGe: Di her saetekê de Gerîla 2 dagîrkeran dikujin!

Rêxistina PKKê di 48 demjmêrên rabûrî de, dîsa kuştina komên leşkerên Tirkan ragihandîye û li gorî wê 55 dagîrker di vê demê de li Başûrê Kurdistanê hatine ceza kirin!.

HPGê baskê leşkirî yê PKKê di 48 demjmêrên rabûrî de, 3 daxuyanî dane û tê de kuştina 55 leşkerên Tirk li herêmên Zap û Avaşîn yên Başûrê Kurdistanê hatine ragihandin û bi vî awayî:

Daxuyanîya yekem li 24\5\2022ê parvekirîye û gotîye ku 6 dagîrker hatine kuştin.

Daxuyanîya duyemîn li 25\5\2022ê parvekirîye û gotîye ku 16 dagîrker hatine kuştin.

Daxuyanîya sêyemîn her li 25\5\2022ê parvekirîye û gotîye 26 dagîrker 2 jê fermandarên bi rutbeyên bilind hatine kuştin.

Di hersê daxuyanîyan de, PKKê wêneyê du gerîlayan danaye ku rûniştîne û pişta wan li kevirî ye û bi dûrbînê li wan deran di nerin!.

Ji hêla xwe ve wezareta bergiriyê ya Tirkiyê eşkere kirîye, li du rojên rabûrî 5 eskerên wan hatine kuştin.

Lê HPGe di wan daxuyaniyên xwe de gotîye: Na tenê yên ku me hesab kirine 55 dagîrkerin yên ku me hesab nekirine du car ewqasin!!.

PKKe her roj eynî derewê parvedike, her roj dibêje me 24 dagîrker ceza kirin, me 15 dagîr ker ceza kirin, yan dibêje bi tevahî ji 17 nîsanê me 753 dagîrker hatin kuştine, wate heger li gorî wan derewan bin yên ku medya PKKê rojane parvedike, serê her saetekê gerîlayên PKKê du dagîrkeran dikujin!!.

Pustên heman beş