Artêşa Tirkiyê ji balafiran daketin çiyayê Metînî

Aniha-Website

Artêşa Tirkiyê, îro bi rêya balafiran daketin çiyayê Metînayê weke amedekarî ji boy dest pê kirina operasyonekê li dijî çekdarên rêxistina PKKê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kirin, îro roja pêncşemî 26\5\2022ê, artêşa Tirkiyê ji balafiran daketne çiyayê Metînayê lê belê hêjan ti agahî li derbarê hejmar û cîhê ku ew lê daketine nehatine girtin.

Artêşa Tirkiyê ji paş operasyona ku li 17 nîsanê li dijî rêxistina PKKê li Zapê û Avaşîn û Basyanê dest pê kirî, daketibûn çiyayê Kurejarê li navçeya Şêladzê û nuqteyên xwe li wir ava kirbûn.

Rêxistina PKKê hersalê li jêr navê berxwedana saxte,  leşkirê Tirk ê dagîrker pêtir kêşî kurahîya xaka Herêma Kurdistanê dike, di du salên rabûrî de dehan navçeyên ku bi salan bû li jêr kontrola PKKê niha ketine jêr destê Tirkiyê, Zinara Kêste, Xamtîr, Xakurk û Şekîf û gelek çiya û zinarên din mînakên herî zelalin.

Li vê dawiyê û paş ku hêza Pêşmergehan ji PKKê xwestî ku Zinara Kêste û Metînayê çol bikin ji bo ku Pêşmerge bikevin têde, rêxistina PKKê ji Pêşmergehan re go ku ewê Metînayê ji boy artêşa Tirkiyê çol bikin, ne ji boy Pêşmergehan!.

Pustên heman beş