Agahiyên nû derbara bordomana li Bamernê

Agahiyên nû derbara bordomana li Bamernê

Îro ji encamê hewlên provakasyon ên PKKê li dijî leşkirê Tirkiyê li nahîya Bamernê ya ser bi Qeza Amêdiyê, herî kêm 3 welatiyên sivîl canê xwe ji dest dan.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kir, îro xelkê gundê Zêwe ji bo seyranê qesta devera Bamernê kirine, lê piştre bi sedema dirustbûna şer di nêvbera çekdarên PKKê û leşkirê Tirkiyê de 3 kesên sivîl canê xwe ji dest dane.

Çavkaniyên me eşkere kir, dema gundî mijûlî seyranê bûn, hin ji çekdarên PKKê xwe nêzî cîhê seyraniyan kirine û bi roketan êrîşî baregeha leşkirî ya Tirkiyê li Bamernê kirine, Leşkirê Tirkiyê jî berisva vê êrîşa çekdarên PKKê dane û di encam de 3 zarok şehîd ketine.

Çavkaniyên me her wiha da zanîn hin ji roketên çekdarên PKKê negihane baregeha Leşkirê Tirkiyê û li nêzî seyraniyan bi erdê ketine.

Pustên heman beş