PKKê 4 zarokên din dan kuştin

pkk-zarok-kck-hpg-zap-qandil

Rêxistina PKKê îro nasnameya 4 zarokên din yên Kurd eşkere kir ku li meha rabûrî bi destê artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê dane kuştin.

HPGe baskê leşkerî yê PKKê, her roj nasnameyên komên zarok û ciwanên Kurdan eşkere dike yên ku di berxwedana xwe ya saxte de feda kirîn, îro jî nasnameya 4 zarokên din eşkere kir ku li nîsana îsal 2022ê li Metînayê bi destê artêşa Tirk dane kuştin.

Rêxistina PKKê tam agahîyan li derbarê şervanên xwe yên ku berê wan daye mirinê parvedike û tenê amaje bi temena wan nake ji bo ku tewana revandina zarokan li ser wê tesbît nebe.

Piranîya şervanên ku PKKe wêneyên wan parvedike yên ku di berxwedana saxte de tên feda kirin, hêjan di temna zaroktiyê yan destpêka gêncatiyê de ne, tecruba wan ya şer tune, rêxistinê piranî jê revandine û hêjan di zû de mejîkê wan şuştîye.

xwîna van zarokan li cem Pîremêrên Konseya Serokatîya rêxistinê pir bê wateye, ew berê zarokên Kurdan didin mirinê û piştre tên û bi rûqaymî dibêjin: Fedayê Apo bin.

Pustên heman beş