Leşkerekî Tirkiyê li sînorê Herêma Kurdistanê hat kuştin

Leşkerekî Tirkiyê li sînorê Herêma Kurdistanê hat kuştin

Çawîşekî Tirkî li navçeyên sînorî yên Herêma Kurdistanê di teqînekê de hat kuştin û leşkerekî din jî birîndar bû.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di encama teqîna mînekê de ku PKKê li herêma Operasyona “Pence-Kilit” bi cih kiribû, çawîşê pispor Hasan Çatal canê xwe ji dest da û leşkerek jî birîndar bû.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, teqîn duhî (28’ê Gulanê) pêk hatiye.

Di operasyona navborî de leşkerên ku beriya niha di teqîn û pevçûnan de hatibûn kuştin hebûn.

Her wiha Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê ragihand ku duh jî 18 PKKyî hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê di 18ê Nîsanê de li herêmên Metîna, Zab û Avşîn-Basiyan ên li dijî PKKya dest bi operasyona “Pence-Kilit” kiribû.

Hikûmeta Iraqê jî ev operasyona artêşa Tirkiyê red kiribû û ev operasyon wek binpêkirina serweriyê û binpêkirina prensîpa cîrantiyî bi nav kiribû.

Pustên heman beş