Hêzên Tirkiyê û grûpên ser bi wan, gundên Zor Mixar û Şîwx Fewqanî li rojavayê bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, duh 28ê Gulanê, hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar ên girêdayî wê gundên Zor Mixar û Şîwx Fewqanî li gundewarên Kobanî topbaran kirine. Her wiha heta derengê şevê jî dron di ser wan navçeyan re geriyane.
18ê Gulana 2022an jî hêzên Tirkiyê û grûpên girêdayî wê heman gundên Zor Mixar û Şîwx Fewqanî li Kobanî topbaran kiribûn.