Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe ragihand û PKKe dibêje 23 ne

Tirkiyê kuştina 2 leşkerên xwe ragihand û PKKe dibêje 23 ne

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro kuştina du leşkerê xwe li herêma Zapê ya Başûrê Kurdistanê ragihand, HPGe dibêje 23 hatine kuştin!.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê îro roja duşemî 30\5\2022 eşkere kir ku du leşkerên wan di navçeyên operasyona Pence kilît ya li dijî rêxistina PKKê li herêma Zapê hatine kuştin.

Destnîşan kir, çawîşê pisporê pyade Mihemed Serittaşê ku li herêma operasyona Pence-Kilît li 27ê gulanê di şerê li gel PKKê da birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Her wiha da zanîn ku li heman herêmê duhî çawîşê pisporê pyade Îslam Sancak jî di şerê li gel PKKê da hat kuştin.

Ji hêla xwe ve, HPGê baskê leşkerî yê PKKê ji duh roja yekşemî ve, kuştina 23 leşkerên Tirk ragihandîye, hemwext êxistina 3 helîkopterên cengê!!.

Her yêk ji artêşa Tirkiyê û rêxistina PKKê rojane amarên derew li derbara şerê xwe ya saxte parvedikin û her yêk dibêje me ewqas kuştine, lê belê herdu alî rast nabêjin û ev yêk weke şerekê medyayê ji boy xapandina gelê Başûrê Kurdistanê tê meşandin, hemwext ji bo peçinîna pîlanên wan yên qirêj ji bo dagîrkirna zêdetir ya xaka Başûrê welat.

Pustên heman beş